Ajansa nûçeyan a "CNN" belav kir ku eger agirbest bişkê, artêşa Amerîkayê planên nû ji bo lêdana pêgehên Spaha Pasdaran li Tengava Hormoz û derdora wê amade kirine.
Di van planên nû de tekezî li ser "armancgirtina bilez û gorc" hatîye kirin; ku belemên Spaha Pasdaran, keştiyên mînrijên û hemû amûrên leşkerî yên ku Îran ji bo girtina vê rêrewa stratejîk bi kar tîne, lixwe digire.
Li gorî raporê, Amerîka di meha yekem a şer de zêdetir bala xwe dabû ser kûrahiya axa Îranê, lê di plana nû de Pentagon dixwaze şiyana deryayî ya Îranê li Kendav û Deryaya Omanê bi tevahî ji nav bibe.
Ev di demekê de ye ku Trump agirbest ji bo demeke nenas dirêj kiriye, heta ku yan bigihin rêkeftineke guncaw, yan jî bi rêya êrîşa leşkerî dawî li gefên Tehranê bînin.