Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amadekarî bo danûstandina di navbera Amerîka û Îranê tên kirin

17:30 - 24 Nîsan 2026

Medyayên Pakistanê ragîhandin ku Ebas Eraqçî wezîrê derve yê Îranê qirar e îşev serdana Îslamabadê bike.

​Îro Înê 24ê Nîsanê, medyayên Pakistanê aşkera kirin ku biryar e îşev Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Ebas Eraqçî, bi serdaneke fermî bigihe Îslamabadê. Ev serdan wek amadekariyekê ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya danûstandina rastewre ligel Waşîngtonê tê dîtin.

​Serdana Eraqçî bi armanca destpêkirina gera duyem a danûstandinên aştiyê yên di navbera Tehran û Waşîngtonê de ye, ku di bin çavdêrî û navbeynkariya micid a hikûmeta Pakistanê de birêve diçe.

Çavkaniyên nûçeyan aşkera kirine ku tîmeke lojîstîk û ewlehiyê ya Amerîkî demekê pêş niha gihîştiye Îslamabada paytexta Pakistanê, ji bo dabînkirina rewş û amadekariya hewce yên teknîkî bo proseya danûstandinan.

Pakistan hemî cehda xwe kir ku hem agirbest di cihê xwe de bimîne û neyête şikandin, hem danûstandin bi armanca lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê bête kirin bi armanca dawîpêhatina yekcarî a şer.