Îro Înê, Pete Hegseth, Wezîrê Şer yê Amerîka di konferanseke rojnamevaniyê de hişyariyeke tund da rêjîma Îranê û ragihand ku ferman dane hêzên xwe yên deryayî ku teqê bikar bînin li dijî her hewildaneke mînrijandinê li Tengava Hormozê.
Pete Hegseth tekez kir "Hêza deryayî ya rêjîma Îranê niha di bin avê de ye." Ku armanca wî ji vê gotinê, ewa ye ku Amerîka 159 gemiyên şer yên Îranê teqandine û binav kirine.
Hegseth eşkere kir ku Trump desthilata tam daye fermanderan ji bo têkşikandina her belemeke bilez ku bixwaze mînan bixe nav avê an rê li ber keştiyan bigire. Wî destnîşan kir ku: "Em di binavkirina wan de qet dudil nabin."
Wezîrê şer yê Amerîka bi tundî rexne li hevpeymanên Ewropî girt û got: "Divê Ewropa keştiyên şer bişîne, ne ku tenê konferansên birqok saz bike; ji ber ku parastina ewlehiya Tengava Hormozê di berjewendiya wan de ye."
Hegseth got ku niha top di qada Îranê de ye da ku lihevkirinekî micid bike, yan na divê li benda hilweşîna tam a aboriya xwe be: "Dem ne di berjewendiya Tehranê de ye."