Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netebayîya di nava aliyên rejîmê piroseya danûstandinê ligel Amerîkayê lawaz kiriye

16:29 - 25 Nîsan 2026

Netebayîya navxweyî di pêkhateya siyasî ya rejîma Îranê astengyek micid li pêşiya hewldanên ji bo pêşvebirina danûstandinan bi Amerîkayê re çêkirine.

Li gorî raporta rojnameya “Wall Sitret Jurnal” cudahiya raman û nêrîna di navbera damezravên biryarder li Tehranê bûne sedema lawazî û alozbûna piroseya danûstandinê, di demekê de hinek aliyên nava rêjîmê de daxwaza pêşxistina danûstandin û kêmkirina aloziyan dikin, beşek li pêkhateya ewlehî û desthilatê jî dijî her cure îmtiyazdanekê li pêvajoya gutobêjê de ne.

Ev netebayî ên navxweyî bûne sedema ewê ku hemahengî li seyaseta derve a Komara Îslamî de rûbirûyê sextiyan bibin û di encam de, hinek gerên danûstandinê yan hatine paşxistin, yan bê encam dawî pê hatine.

Wall Sitrît Jurnal tekezî kir ku ew valahî ligel givaşên derekî, rewşeke bê baweriyê li pêvajoya danûstandinan de zêde kiriye û pêşeroja giheştin bi rêkeftinê nerohin kiriye, mijarek ku dikare bandorê li ser guhertinên siyasî û abûrî ên deverê hebe.