Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatoreke Amerîkayî daxwaza despêkirina êrîşên serbazî bo ser Îranê kir

16:31 - 25 Nîsan 2026

Sênator Racêr  Wîkêr, Berpirsê komîteya çekdarên Meclîsa Senaya Amerîka, daxwaza despêkirina êrîşên serbazî bo ser Îran û bi amancgirtina şiyanên serbazî a wî welatî kir.

Wîkêr li daxûyaniyekê de ragehand, ku “dema danûstandina ligel rejîma Îranê dawî pê hatiye” û tekezî kir ku nikarin baweriyê bi sozên berpirsên Komara Îslamî bikin.

Herwisa bê baweriya xwe hember cêhgirên tundrew ên Elî Xamineyî da xûya.

Ev senatorê Amerîkî daxwaz li Donald Tiremp kir ku wekî fermandeyê giştî ê hêzên çekdar, fermana pêngavên serbazî bo “ jinavbirina hemû” şiyanên serbazî ên Îranê ragehîne, li gorî gotina wî, paşmaweya bernamên etomî a Îranê jî dibe bê bi amanc girtin.

Wîkêr herwisa got ev cure pêngavane take rêye bo misogerkirina ewlehiya berdewam di deverê de, daxûyaniyek ku eger heye bibe sedema aloziyên zêdetir di deverê de.