Komara Îslamiya Îranê di heyama meha yekem a şerê Amerîka û Îsraîlê ligel rêjîma Îranê, 88 caran êrîşî ser Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) kiriye. Di van êrîşan de pirtûkxane, nexweşxane, bingehên dermanî û malên di kempên medenî yên hizbê de û cihên niştecihbûna malbatên hizbê li nêzîkî Koye û Hewlêrê (Azadî, Amriye, Zewiyespî, Dêgelê, Jêjnîkan û Girdeçal) û baregehên pêşmergeyên hizbê li Balîsanê bi mûşek û dronan hatine armanckirin.
Hevdem ligel armanckirina Hizba Demokrat û çend hizbên din ên Rojhilatê Kurdistanê, hejmara wan mûşek û dronên ku di nava vê mehê de ber bi deverên cuda yên Herêma Kurdistanê ve hatine avêtin, ji 650 mûşek û dronan derbas bûye ku ji ber wan 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û şehîd bûne û 93 kes jî birîndar bûne. 6 kes ji şehîdan pêşmergeyên Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Sazmana Xebata Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê ne.
Hizba Demokrata Kurdistana Îranê beriya niha jî ragihandibû ku êrîşên mûşekî û dronî yên Spaha Terorîst a Pasdarên Komara Îslamî bo ser bingehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê û navendên serbazî û medenî yên Herêma Kurdistanê, ku ji rojên pêşîn ên destpêkirina şer ve berdewam in, beriya her tiştî nîşaneya dijminatiya hikûmeta tawanbar a Komara Îslamiya Îranê ye ligel neteweya Kurd li hemû beşên Kurdistanê.