Sikot Bêsênt, Wezîrê Xezenedariya Amerîkayê, bilokekirina berfireh a darayî ya dîcîtal peywendîdar bi Îranê li çarçêweya operasyona, Kerba Abûrî, ragehand.
Li gorî gotina Bêsênt, nivîsîngeha kontirolkirina darayî yên biyanî çendîn kîfên remizdar ên peywendîdar bi Îranê xistiye nav lîstê dorpêçan ku li encam de, bayê 344 milyon dolar darayî a dîcîtal bilok kiriye.
Berpirsên Amerîkayê dibêjin ev çavkanî bo derbaz bûn li sînordarkirina darayan dihatin bikar anîn.
Bêsênit tekezî kir ku Waşingtin bi awayekî sîstematîk mijûlê lawazkirina şiyana darayî a Komara Îslamî ye û bo berhemanîn û veguhastina çavkanî û rêrewên çûneder a sermayê dike amanc.
Navbirî herwisa hoşdarî da ku hemû demarên darayî ên peywendîdar bi Tehranê wê bikevne jêr çavedêrî û lêpirsînê.
Ev pêngav hevdem bi berdewamiya dorpêça deryayî a Amerîka dijî Îranê hatiye encam dan ku li gorî gotina berpirsan, rojane sedan milyon dolar zirar bi abûriya wî welatî dikeve.