Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîdara şandeke hizba Demokrat ligel Cihgirê Serokê parlemana Kanada

16:38 - 25 Nîsan 2026

Roja Pêncşemî 3`ê Banemerê, tîma peywendiyên hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Kanada, pêkhatî ji Simaîl Îbrahîmî, Nûnerê hizbê li Kanada, Beyan Ferşî, Luqman Emînî û bi hevaltiya Dr. Fereydûn Rehmanî, li navenda parlemana Kanada ligel “Tom Kêmîç” Cêhgirê Serokê parleman û girûpa parlêmanî a “Dostên Kurd” kom bûn.

Nûnerê hizba Demokrat tekezî xiste ser dawî guhertinên siyasî ên Îranê û rewşa nebaş a rojhelatê Kurdistanê, di vê çarçêveyê de, gelaleyek fermî pêşkeş bi aliyê Kanadayê kirin ku têde daxwaz hatibû kirin ku Dewlet û parlemana wî welatî bi fermî piştevanî li damezravên sîstematîka demokratîk û fîdral bo pêşeroja Îranê bikin.

Herwisa tekezî ji vê hat kirin ku hewce ye” Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê” wek yekeyek sereke a opozisyon û nûnerê gelê Kurd binas e. Şanda hizbê daxwaz li dewleta Kanadayê kir ku pêngava micid pavêje bo naskirin û derkirina endamên Spaha pasdaran û malbatên wan li xaka wî welatî de.

Di hember de, cêhgirê Serokê parlemanê û endamên girûpa dostên Kurd, tevî arastekirina çendîn pirsan li ser rewşa deverê, soz dan ku berdewam bin li ser piştevanîkirina doza rewa a Kurd û bidûdaçonê li ser daxwazên hizba Demokrat bikin.