Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

keştiya balafiran a "George H.W. Bush" gihîştiye nawça operasyonê

16:42 - 25 Nîsan 2026

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) rahîhand ku keştiya balafiran a "George H.W. Bush" gihîştiye nawça operasyonê.

​Fermandariya CENTCOMê ragîhand hatina vê gemiyê, ji bo piştgiriya operasyona "Xezeba Epîk" û dorpêçkirina deryayî ya benderên Îranê ye.

​USS Abraham Lincoln: Li bakurê Deryaya Ereban hatiye bicihkirin.

​USS Gerald R. Ford: Li Deryaya Sor bi cih bûye.

​Koma Amfîbî ya "Tripoli": Di Deryaya Ereban de amade ye.

​Keştiyên Şer û Destroyer: Hejmarek ji wan di Deryaya Sor û Deryaya Omanê de hatine belavkirin.

​USS George H.W. Bush: Wekî beşek ji vê arayîşê, ji bo bihêzkirina hebûna Amerîkayê li herêmê tevlî bû.

​Piştî nûçeya bicihbûna keştiya "George H.W. Bush", Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragîhand ku piştî bi dehsalan, ev cara yekem e ku 3 keştiyên balafiran bi hev re li Rojhilata Navîn operasyonan birêve dibin.

​Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, keştiyên balafiran, tevî baskên xwe yên asmanî (balafirên şer), niha di herêma operasyonên vê navendê de li Rojhilata Navîn amade ne.

​Hêza vê fîloyê:

Zêdetirî 200 balafirên şer û 15 hezar Melevan û leşkerên deryayî li ser keştiyê ne.