Wezîrên derve yên welatên Ereb li ser daxwaza Behreynê civîneke awarte li dar xistin. Mijara sereke ya civînê, gefên Komara Îslamî ya Îranê yên ji bo girtina Tengava Hormozê û têkdana ewlehiya deryayayî a navneteweyî bû.
Di daxuyaniya dawî ya civînê de, wezîrên Ereb tekez kirin ku her hewildanek ji bo girtina Tengava Hormozê an Bab el-Mendeb, binpêkirina eşkere ya yasaya navneteweyî ye. Wan Îran wekî "berpirsê tam" ê zirarên aborî û darayî yên aloziyên dawî bi nav kir û daxwaz kirin ku Tehran xisara hemû zirarên hatine dîtin bide. Her wiha, ji Şêwreya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî hat xwestin ku ji bo parastina azadiya rêreva deryayî bikeve tevgerê.
Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Îsmaîl Beqaî, ev daxuyanî red kir. Beqaî hişyarî da welatên herêmê ku ax û asanên xwe nedin destê Amerîka û Îsraîlê ji bo êrîşên li ser Îranê, nexwe ew ê bi xwe berpirsiyar bin.
Sekreterê Giştî yê Komara Ereban, Ehmed Ebûl Geyt, destnîşan kir ku welatên Ereb nabin "rehîn" ji bo hesabên herêmî yên Îranê. Ev sêyemîn civîna awarte ya wezîrên Ereb e ku nîşana zêdebûna zextên siyasî yên herêmî li ser Tehranê ye.