Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka şanda ji boy gerekî din a danûstandina Îranê re, dişîne Pakistanê

16:59 - 25 Nîsan 2026

Du berpirsên Amerîka ragihandine ku Donald Trump, şanda xwe a taybet Steve Witkof û Jared Kuşnêr ji bo beşdarbûn di danûstandinên bi Ebas Êraqhçî, wezîrê derve yê Komara Îslamî re, dişîne Pakistanê.

​Ev rapor di demekê de ji CNN ê ve belav bû ku wezareta derve ya Komara Îslamî jî nûçeya serdana Êraqçî bo Îslamabadê piştrast kir, lêbelê Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareta derve, armanca vê serdanê wek "didarên ligel berpirsên Pakistan, Oman û Rûsyayê" bi nav kir.

​Li gorî çavkaniyên CNN, J.D. Vans, cîgirê serokkomarê Amerîka, di niha de tu bernameyeke wî bo beşdarbûn di vê civînê de nîn e, çunke Mihemed Baqir Qalîbaf, serokê Meclisa Îranê, di van danûstandinan de beşdar nabe. Berpirsên Koşka Spî di nirxandinên xwe yên navxweyî de, Qalîbaf wek serokê şanda Îranê û hevpostê sereke yê J.D. Vance dibînin.

​Ligel vê yekê, van çavkaniyan diyar kirin ku heke di danûstandinan de pêşketin çêbibe, cîgirê serokkomar amade ye serdana Îslamabadê bike. Herwisa tîmek ji karmend û şêwirmendên J.D. Vance li Pakistanê amade ne û beşdarî di pêvajoya danûstandinan de dikin.