Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya li cehdê de ye ku spaha pastaran bixe nava lîstê terorê

17:42 - 25 Nîsan 2026

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand ku hikûmeta wî di rûniştina bê ya parlamentoyê de, ku piştî çend hefteyan dest pê dike, wê pêşniyareke yasayî pêşkêş bike da ku Spaya Pasdarên a Îranê bixe nava lîstê "rêxistinên qedexekirî û terorîstî de".

​Starmer roja Înê (4ê Gulanê) di dema serdana kinîseyekê ku rastî êrîşê hatibû de, ji kovara Jewish Chronicle re got ku ew ji zêdebûna bikaranîna "hêzên nîyabetî" (proksî) ji aliyê hikûmeta Îranê ve "gelekî nîgeran" e.

​Hikûmeta Brîtanyayê cehdê dike ku bi pejirandina vê qanûna nû, rêyê ji bo naskirina Spaha Pasdaran wekî "koma terorîstî" xweş bike. Ev biryar piştî zêdebûna zextên li ser hikûmeta Brîtanyayê tê ku daxwaz dikin helwesteke tundtir li hember gefên girêdayî Komara Îslamî ya Îranê nîşan bide.