Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Îsraîlê berhemanîna pola ya Îranê bi qasê %25 kêm kiriye

13:14 - 26 Nîsan 2026

Rojnameya “Îtihad” di raportekê de ragehand ku bi sedema êrîşên Îsraîl bo ser karxaneya pola li Îranê, nêzî 25 heya %30 şiyana berhemanîna wê madeyê di Îranê de ji nav çûye. Li gorî wê raportê, nêzî 10 milyon ton li asta berhemanîna salane a pola ya Îranê kêm kiriye, di demekê de ku serhev berhemanîna salane a wê pîşesaziyê nêzî 32 milyon ton bûye.

Herduk şirketên “Polaya Xuzistanê û Polaya Mubarek a Îsfehanê” li nîveya yekem a meha Xakelêwê de bûne  amanca êrîşên esmanî ên Îsraîlê.

Binyamîn Netenyaho, Serokwezîrê Îsraîlê, di vê derheqê de ragehand, ku hêzên esmaniye welatê wî %70 şiyana berhemanîna pola ya Îranê ji nav biriye, navbirî tekezî kiriye ku ew destkeftek mezin, hem çavkaniyek darayî ên spaha pasdaran hişk dike û hem şiyana berhemanîna çek û teqemeniyan jê zewt dike.

Di hember de, ew şîrketane ragehandine ku nûjenkirina damezrawan renge çendîn mehan bikêşe.