Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya êrîşên mûşekî yên Komara Îslamî bo ser Îsraîlê

17:38 - 4 Nîsan 2026

Komara Îslamî ya Îranê pêleke nû ya êrîşên mûşekî bo ser Îsraîlê dest pê kir û li gorî raporan, ziyanên maddî û birîndarî lê ketiye.

​Li gorî rapora medyayên Îsraîlê, berbangê roja şemiyê 15ê Xakelêweyê, artêşa Îsraîlê ragihand ku hemû sîstemên parastina asmanî yên welat ji bo rûbirûbûna êrîşên dijwar ên Komara Îslamî di rewşa amadebaşiyê de ne.

​Li herêma pîşesazî ya "Negev" (Nêgêv) ji ber ketina mûşekekê, şewateke mezin derketiye. Her wiha li bajarê "Bnei Brak" (Bni Brak) zilamekî 45 salî bi sivikî birîndar bûye û ziyaneke mezin gihîştiye çendîn otomobîlan. Şaredariya "Rosh Haayin" (Roş Ha'în) jî ragihandiye ku bi sedema lêketina mûşekeke "xûşeyî" a rejîmê, elektrîka giştî ya bajêr bi temamî hatiye birîn.

​Hevdem, televîzyona fermî ya Sûriyê belav kir ku dengê çendîn teqînan li Şamê hatiye bîstin; tê gotin ku ev teqîn ji ber têkşikandina moşekên Komara Îslamî ji aliyê parastina asmanî ya Îsraîlê ve di asmanê wî welatî de bûne.