Trump di hevpeyvînekê de bi kanala Fox News re got, di demekê de ku Amerîka li hemberî Komara Îslamî "hemû amûrên guşarê di destê xwe de hene", ne hêja ye ku şandeya Amerîkî 18 saetan bi balafirê ber bi Pakistanê ve bifire. Wî her wiha anî ziman ku rayedarên Komara Îslamî kengê bixwazin dikarin bi Amerîkayê re têkiliyê deynin.
Wî got: " Min ji mirovên xwe yên ku amade bûn herin re got 'na', hûn ê 18 saetan bi balafirê neçin wir. Hemû amûrên givaşê di destê me de ne. Ew kengê bixwazin dikarin bi me re peywendiyê bigrin, lê êdî hûn 18 saetan bi balafirê naçin da ku rûnên û bêçine digel wan biaxivin."
Ev nûçe piştî wê yekê hat ku rayedarên Pakistanê ragihandin ku Ebas Êraqçî, piştî hevdîtina bi Serokwezîr û Fermandarê Artêşa Pakistanê re, Îslamabada paytext ber bi Mesqeta Omanê ve bi cih hiştiye.