Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp ragîhand ku care xuya nine ku êrîşa li ser wî peywendî bi şerê Îranê ve heye, yan ne

14:20 - 26 Nîsan 2026

Li gorî daxuyaniyên dawî yên Serokkomarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, piştî êrişa çekdarî ya li dijî "kongireya Rojnamevanî" a li Koşka Spî, zanyariyên nû derketin holê.

Trump ragihand ku êrişkar bi çend çekan êrişî xala kontrolê kiriye, lê ji aliyê dezgeha Veşartî ve pêşî jê hat girtin û pûçkirin.

​Trump diyar kir ku di vê bûyerê de efserekî ewlehiyê ji nêz ve hatiye gulebarankirin, lê bi saya êlega parastinê rizgar bûye. Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku ev ne cara yekem e ku Komarîxwaz dibin armanc û mînakên wekî Bûyerên “Butler û Palm Beach” bibîr xistin. Trump got: "Ez ne bawer im ku ev bûyer bi şerê Îranê re têkildar be, lê ti carî mirov nikare bi daxuyaniyekê her tiştî piştrast bike. Em ê nêz de zanyariyên zêdetir bi dest bixin."

​Trump herwisa anî ziman ku vê bûyerê gelek bandor daniye ser hevjîna wî Melania Trump.

Tevî ku wî xwestiye li ser dikê bimîne, lê ji ber protokolên ewlehiyê cihê bûyerê terk kiriye. Şaredara Washington DCyê jî ragihand ku efserê birîndar û êrişkar di bin dermankirinê de ne û heta niha ti belgeyek li ser hebûna êrişkarekî din peyda nebûye.