Mesûd Pezişkiyan, Serokkomarê rêjîma Îranê roja Şemî, 25ê Nîsana 2026an, li derheq rewşa xirabe welat hate ziman û ragîhand ev kesên ku daxwaza fidayî yan dikin, bila bên dênekê bidne rewşa abûrî û birêveberiya welat, wî herwisa got me fîdayî hewce nînin, belku me xemxorê rewşa abûrî û jiyana xelkê welat hewce ne.
Mesûd Pezişkiyan got: welatê di rewşeke aborî û xizmetguzariyê ya gelekî hesas de ye. Wî ragihand ku êrîş û dorpêçên deryayî bûne sedem ku di nav welatiyan de nerazîbûnê ava çê bike.
Pezişkiyan ragihand: "Amerîka û Îsraîlê binesaziyên me ji kar xistine û me di bin dorpêçeke deryayî ya tund de dihêlin, da ku ew razîbûna niha heye bibe nerazîbûna xelkê."
Pezişkiyan bang li welatiyan kir ku ji bo kêmkirina givaşa li ser tora neteweyî, bikaranîna berqê kontrol bikin û got: "Ez ji we daxwaz dikim, ji bo mînak di şûna deh lampeyan, tenê du lampeyan hilkin."
Ev êtirafa Pizişkiyan di demekê de ye ku hemî kontirol û desthilata abûrî, leşkerî, ewlehî û heta birêveberî û siyasî li dest spaha pastarana terrorist de ye û ti hisabekê li ser serokkomar nakin.