Belavbûna dîmenekî ji rayedarên pilebilind ên Komara Îslamî ya Îranê ku di dema şer de hatine kuştin, bûye sedema nîqaş û pirsên mezin. Lê xala herî balkêş di vê lîsteyê de, hebûna nav û wêneyê Mucteba Xameneyî, kurê Elî Xamineyî ye.
Danîna wêneya Mucteba Xameneyî li kêleka kesên ku mirina wan bi fermî hatine ragihandin, ne wekî "şaşiyeke teknîkî" an "tesadufekê" tê dîtin.
Çavdêr di wê baweriyê de ne ku ev yek nîşaneya aloziya navxweyî, tevlîheviyên di nav saziyên ewlehiyê de ye, Ji aliykî din jî veşartina rastiyên girîng ji raya giştî.
Ev nîşana şerê desthilatdariyê, nakokiyên kûr di nava qatên tarî yên "Beyta rêberî " de ye.
Vîdyoya ku hatiye belavkirin, tê îdiakirin ku girêdayî merasîma eşkere kirina wêneyên hinek serkirdeyên siyasî û leşkerî yên kuştiyên Komara Îslamî ye li bajarê Meşhedê.
Di nav van wêneyan de, bi awayekî zelal wêneya Mucteba Xameneyî jî tê dîtin.
Ev vîdyo di torên civakî de wekî "bombeyekê" teqiya. Gelek bikarhêner vê yekê wekî "erêkirina fermî ya kuştina Mucteba Xameneyî" di encama êrîşên Amerîka û Îsraîlê de şirove dikin.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê jî, ti organ û navendekî fermi yên rêjîma Îranê li vê derheqê de daxuyanî nedane.