Li ser daxwaza Hevpeymaniya Partiyên Siyasî yên Kurdistana Îranê, ji bo bibîranîna şehîdên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û şehîdên Başûrê Kurdistanê, li bajarê Zurîxê li Swîsê merasîmek hat lidarxistin.
Di vê merasîmê de, endamên partiyên nav hevpeymaniyê û mêvanên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn. Amadebûna wan careke din tekezî li ser girîngiya yekitiyê û hevsoziya neteweyî di vê qonaxê de kir.
Destpêka bernameyê bi sirûda neteweyî ya "Ey Reqîb" û deqeyek bê dengî bo rêzgirtin ji şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir. Paşê, beşdarbûyan bi danîna destegulan li ser wêneyên şehîdan, wefadariya xwe ji bo rêbaza wan a pîroz nîşan dan.
Di beşeke din a merasîmê de, peyama Hevpeymaniya Partiyên siyasî yên Kurdistana Îranê ji aliyê Kak Îdrîs Muradî ve hat xwendin.
Beşeke din a merasîmê ji bo beşên hunerî û edebî hatibû veqetandin bo koma muzîkê bi sirûdên neteweyî rewşekî hamasî da salonê û çendîn helbest jî hatin pêşkêşkirin ku bi germî hatin pêşwazîkirin.
Di dawiyê de, amadebûyan tevî tekezîkirina li ser berdewamiya hevpeymaniya navbera partiyan wek xaleke werçerxanê di dîroka têkoşînê de, daxwaz ji civaka navneteweyî kirin ku kiryarên Komara Îslamiya Îranê şermezar bike.
