Di berdewamiya bombebarankirina benderên başûrê Îranê de, navenda etomî ya Bûşehrê ket ber êrîşê û ziyan dît.
Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan ên navxweyî yên Îranê, sibêha îro Şemî 15ê Xakelêweyê (Nîsanê), êrîş hatibû kirin ser bendera Bûşehrê û çirûsk û perçeyên teqînê li devera parastî ya naveda etomî ya wî bajarî ketine.
Paşmayên teqemeniyekê li nêzîkî navenda etomî ya Bûşehrê ketine xwarê û ji ber pêla teqînê ziyan gihîştiye yek ji avahiyên kêleka binka etomî. Her wiha hatiye ragihandin ku personelên beşa parastina fîzîkî ya naveda etomî di vê êrîşê de hatine kuştin.
Ev cara çarem e ku di vî heyamê de êrîş tê kirin ser binkê etomî ya Bûşehrê, lê çavkaniyên rejîmê behsa wê dikin ku ziyan negihîştiye beşên sereke yên santralê û çalakiyên etomî berdewam in.
Hevdem ligel tundbûna êrîşan, biryar e di vê hefteyê de nêzîkî 200 personelên Rûsî ji binkê Bûşehrê derkevin û vekişin. Cihê balê ye ku hefteya borî jî Rûsyayê ragihandibû ku 163 kes ji pispor û karmendên xwe ji wê deverê vekişandine.