Wezareta Tendirustî a Lubnanê ragehand, ku li êrîşên roja Yekşemî 6`ê Banemerê, êrîşa Îsraîl bo ser başûrê wî welatî, aliyê kêm 14 kes hatine kuştin û 37 kes ên din jî birîndar bûne, eva jî di demekê de ye ku rêkeftina agirbestê di navbera herduk aliyan de heya niha berdewam e.
Li gorî gotina berpirsên Lubnanî, di nav kuştiyan de du jin û du zarok hene, li gorî wan amaran, hejmara wan kesên ku li despêka agirbesta di navbera Lubnan û Îsraîlê heya niha canê xwe ji dest dane bo 36 kesan zêde bûye.
Herwisa di hember wan êrîşan de Îsraîlê ragehand ku ev cihane kirine amanc ku Hizbulaha Lubnanê wekî binkeyek bo “ Hawêtina mûşek û embara çek û teqemeniyan” bikar aniye.
Pêş wan êrîşan, arteşa Îsraîlê ragîhandibû ku serbazek li êrîşek dironiya Hizbulahê li başûrê Lubnanê hatiye kuştin û 6 serbazên din jî birîndar bûne.