Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Desthilatdarên Ewropî dibêjin: Divê zext li ser rejîma Îranê were zêdekirin

16:13 - 27 Nîsan 2026

Di çarçoveya lûtkeya serokên Yekîtiya Ewropayê de ku li Qibrisê hat lidarxistin, rêberên payebilind ên Ewropî daxwaza siyaseteke tund û biryarder li hember rejîma Îranê kirin. Merts, Şêwirmendê Alman, di civîneke çapemeniyê de hişyarî da ku Tehran bi "gîrikirina demê" hewl dide armancên xwe pêş bixe û civaka navdewletî divê zextên xwe li ser rêjîma Îranê zêdetir bike.

​Merts ji bo her peymanekê sê şertên sereke diyar kirin: Yekem, dabînkirina ewlehiya keştiyên azad di Tengava Hormozê de. Duyem, rawestandina yekcarî û herdemî ya bernameya navokî ya Îranê. Sêyem, dawîanîna li destwerdanên Tehranê yên li herêmê û gefên li ser welatên cîran. Wî destnîşan kir ku rakirina dorpêçan tenê di dema pêkanîna van şertan de mimkun e.

​Herwisa, Seroka Komîsyona Ewropayê “Ursula von der Leyen” hişyarî da ku xetereya bidestxistina çekên navokî ji aliyê Îranê ve gelekî cidî ye. Wê got ku bûyerên 7 hefteyên dawî nîşan didin ku cîhan di bin xetereyeke rastîn de ye. “Von der Leyen” tekez kir ku her peymaneke aştiyê divê mijara mûşekî û navokî ya Îranê çareser bike û azadiya deryayî bêyî baca neqanûnî misoger bike.