Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Înternêta Piro, hewla nû a Komara Îslamî bo talankirina xelkê û teweroma zêdetir

16:15 - 27 Nîsan 2026

Di demekê de qutbûna Înternêtê di Îranê de çoye 59mîn roja xwe, cîbicîkirina pirojeya, Înternêta Piro, pêleke tund a nerizatiyê bi du xwe de anîye.

Ev pirojeye ku rejîm wekî rêyekê bo destragiheştin bi înternêta bêfîlter nasandbû, niha wekî emrazeke nû bo cudakariya qatên civakê û talankirina berîka xelkê derdikeve, bi awayekî ku bikarhêner ne tenê her dibe pereyekî zêde bidin, belkî niha bo kêmkirina piraniya pilatforman neçar in fîlterşikênê bikar bînin.

Ev siyasete bûye sedema serîhildana nerizatiyan li navendên cuda de, rêkxirava perestarên Îranê û xwendekarên zanîngeha Şerîf, bi fermî dijî wê cudatiyê rawestane û ragihandine ku înternêta azad mafeke giştiye û nabe li gor pile û cihê kar şiyana darayî bê dabeşkirin.

Hevdem damezraveya navdewletî, Nêt Bilakis, piştrast kiriye ku ew tarîtiya dîcîtalî a rejîmê çê kiriye, amanca wê tenê serkutkirina azadiyan û veşartina rastiyan li çavê cêhanê ye .