Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Trump: Şerê Îranê dê gelek zû bi dawî bibe; em ê serkeftineke mezin bi dest bixin

16:17 - 27 Nîsan 2026

Serokê Amerîka Donald Trump, bal kişand ser pêvajoya şerê li gel Komara Îslamî û diyar kir ku ev şer dê " zû bi dawî bibe û Amerîka dê bibe serkeftiyê mezin".

​Trump di heman demê de derbarê betalkirina geşta nûnerên xwe yên payebilind bo Pakistanê ku biryar bû li wir bi rayedarên Komara Îslamî re bicivin, got ku wî ferman daye endamên tîma xwe ku vegerin malên xwe; ji ber ku êdî nûnerên Amerîka ji bo danûstandinên bêencam, geştên dirêj encam nadin.

​Wî spasiya rayedarên Pakistanê kir û ew wek mirovên qenc bi nav kirin, lê destnîşan kir ku êdî geştên 18 saetan ji bo pêvajoyeke wiha nayên dubarekirin. Trump tekez kir ku heger rayedarên Komara Îslamî dixwazin danûstandinan bikin, divê ew bi xwe telefon bikin an jî ber bi Amerîkayê ve werin.

​Serokê Amerîkayê herwisa careke din bal kişand ser xala sereke ya rêkeftinê û got: «Divê em oranyoma dewlemendkirî ji destê Îranê derêxin. Ev beşek ji rêkeftina me ya bi wan re ye.»

​Ev helwest nîşan dide ku Washington êdî naxwaze li hember lîstikên dîplomatîke Komara Îslamî tu berdêlan bide.