Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî tevî agirbesta ku di 8ê Nîsana 2026an de hate ragihandin, rewşa mirovî li Îranê berevajî bendewariyan hîn xirabtir bûye. Di rapora Ofîsa Komîsyona Karûbarên Mirovî de ku heta 16ê Nîsanê li xwe digre, tê destnîşankirin ku pêla koçberiyê hîn jî berdewam dike û xelk ji ber tirs û nebûna ewlehiyê malên xwe terk dikin.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji ber êrîşên asmanî yên di dema şer de, binesaziya avê û pergalên tenduristiyê bi giranî zerar dîtine, ku ev yek bûye sedema krîzeke mezin a ava vexwarinê. Herwisa, ji ber teweroma bilind û bihabûna nirxa derman û xurekan, dabînkirina pêdiviyên bingehîn ji bo malbatan bûye xemekî sereke.
Li gorî amarên fermî yên Komara Îslamî ku neteweyên Yêkbûyî wekî çavkanî bikar tîne, tenê di hefteya yekem a piştî agirbestê de, hejmara kesên ku di hundirê welat de koçber bûne gihîştiye 3 milyon û 200 hezar kesan. Ev krîza mirovî li herêmên şer-dîtî zêdetir dibe û bangawazî ji bo alîkariyên navneteweyî yên lezgîn tê kirin.