Nirxa nefta “Brent”, 3 Dolar bilintir bû û her bermîlek gihîşte 108.36 Dolarî ku ev jî asta herî bilind a li wan 3 hefteyan de ye. Herwisa nirxa nefta “West Texas” ya 2.45 Dolarî bilind bû û gihîşt 96.85 Dolarî.
Pêka rapora Reutersê, bi sedema aloziyên dîplomatîk, rojane 10 heta 13 milyon bermîl neft nagihîje bazara cîhanî.
Hefteya derbasbûyî, nefta “Brent” û “West Texas” bi qasî %17 û %13 zêde bûn, ku ev jî mezintirîn qazanca wan a heftane ji destpêka şer ve ye.