Êvariya îro duşemem 7ê Banemera 1405ê Koçî (27ê Nîsana 2026an), Kampa Azadiyê ya cihê niştecîbûna malbatên Hizba Demokrat li nêzîkî bajarê Koyeyê, ji aliyê Komara Îslamî ve kefte ber êrîşa mûşekî û dironî.
Ev êrişa nû ya Komara Îslamî bo ser baregehên Hizba Demokrat di demekê de ye ku piştî nîvroya îro, kampa Komelê li Sûrdaşê ya li nêzîkî Silêmaniyê jî hatibû armanckirin.
Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka şerê bi Amerîka û Îsraîlê re heta niha, bi zêdetir ji 112 mûşek û dironan kampa malbatên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û bingehên dermanî û perwerdehiyê yên vê Hizbê bi armanc girtine.