Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema Bombabarankirina derwazê Sînorî yê Şelmeçeyê, Kuştî û Birîndar Hene

18:20 - 4 Nîsan 2026

Amerîka û Îsraîlê êrişeke asmanî kirne ser derwazê bazirganî li ser sînorê navbera Îran û Iraqê, ku di encama vê êrîşê de çandîn kes hatin kuştin û birîndarkirin.

​Li gorî raportên nûçegihaniyên navxweyî yên Îranê, sibêha roja şemiyê 15ê Xakelêweyê, dergehê sînorî yê "Şelmeçe" li bajarê Xurremşarê ket ber êrişa balafirên şer.

​Hat ragihandine ku di vê bombebaranê de şofêrekî Iraqî jî hatiye kuştin.

​Di berteka vê êrişê de, hikûmeta Iraqê ragihand ku hemû hatinû çoneke bazirganî û geştiyarî di dergehê Şelmeçeyê re bo demeke nediyar rawestandiye û dorpêç xistiye ser wî sînorî.

​Ev êriş di demekê de ye ku di çend rojên borî de, wêne û vîdyoyên karwanên serbazî yên koma "Heşda Şebî" li herêmên sînorî yên parêzgeha Xuzistanê û navbera Îran û Iraqê belav bibûn, ku nîşan didan rejîma Îranê van dergehan ji bo guhastina çek û hêzên milîtan bikar tîne.