Marco Rubio, Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku siyaseta welatê wî li hember Îranê ne ziyan gihandina bi xelkê ye, belku piştgirîkirina dengê nerazîbûnên wan e.
Marco Rubio, di hevpeyvînekê de ligel nûçegihaniya "Fox News" tekez kir ku armanca Washingtonê bihîstina dengê rastî yê xelkê Îranê ye.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku Amerîka naxwaze ew tundûtûjiyên ku berê bûn sedema kuştina bi hezaran hevwelatiyan dubare bibin û dibêje: "Em naxwazin ziyan bi xelkê bikeve."
Rubio di berdewamiya axaftinên xwe de nîgeraniya xwe derbarê asta tepeserkirinê li hundirê Îranê anî ziman û got: "Li şûna ku 30 heta 40 hezar kes li kolan û nexweşxaneyan de bêne kuştin yan bi şêweyekî sîstematîk bêne darvekirin, daxwaza me ew e ku dengê xelkê Îranê bê bihîstin."
Di beşeke din a axaftinên xwe de, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ronahî xist ser gefên herêmî yên Komara Îslamî û mijara ewlehiya deryavaniyê.
Rubio Tengava Hormozê wekî "çekekî aborî di asta çeka navokî de" bi nav kir û ragihand ku Tehran hewl dide vê rêrewa navdewletî wek amrazekî givaşê ji bo têkdana aboriya cîhanê bikar bîne.