Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê: Îran dê rûbirûyê kêmbûna benzînê bibe

10:56 - 28 Nîsan 2026

Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê hişyarî dide ku ji ber dorpêçên deryayî û ji karxistina pîşesaziya neftê, Îran dê di demeke nêz de tûşî pirskirêka giran a kêmbûna benzînê bibe.

​Scott Bessent, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê, li ser hesaba xwe ya taybet di tora civakî ya "X"ê de belav kir ku pîşesaziya nefta Îranê ji ber dorpêçan û ziyanên gihîştinê, li ber hilweşîneke temam de ye. Navborî amaje bi wê yekê kiriye ku proseya derxistin û hilincandina neftê dê di demeke nêz de bisekine.

​Bessent bi zimanekî tund êrîşî serkirdeyên Spaha Pasdaran a terrorist kir û ragihand ku ew di rewşeke dijwar de asê mane. Wezîrê Xezînedariyê da zanîn ku ji ber ambargoyên deryayî yên Amerîkayê, binesaziya nefta Îranê ber bi ji karketinê ve diçe û şiyana wan a berhemanîna neftê nemaye.

​Navborî di dawiya peyama xwe de, mîna şêwazê nivîsandina Donald Trump û bi tîpên mezin, hişyariyeke tund da Tehranê û nivîsî: "qonaxa dahatî kêmiya Benzînê ye li Îranê de!" ev jî wek amajeyeke bo neşiyaniya dabînkirina şevatê di navxweya welat de.