Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka derbarê milîsên ser bi rêjîma Îranê hişyariyeke tund da Iraqê

11:29 - 28 Nîsan 2026

Amerîkayê hişyariyeke tund da hikûmeta Iraqê ku divê demûdest dawî li çalakiyên komên çekdar ên ser bi Komara Îslamî bîne, yan na dê rûbirûyî dorpêça darayî û ewlehiyê bibe.

​Kabîneya Amerîkayê bi serokatiya Donald Trump, guşarên xwe yên li ser Bexdayê zêde kirine da ku hêzên "Heşda Şeabî" hilweşîne. Berdevkê Wezareta Dera ya Amerîkayê ji medyayê re ragihand ku Waşîngton ji bo parastina îstîqrarê, dê her pêngaveke hewce bavêje û li benda helwesteke kiryarî û bilez a dewleta Iraqê ye.

​Li gorî agahiyan, Waşîngtonê wekî bertek dest bi cîbicîkirina çend cezayan kiriye, ji wan: Rawestandina beşek ji alîkariyên leşkerî ji bo artêşa Iraqê û sînordarkirina şandina bi sedan mîlyon dolaran ji bo Banka Navendî ya Iraqê. Armanca van gavan, birîna destê rêjîma Îranê ye di nav damûdezgehên darayî û ewlehiyê yên Iraqê de.