Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destbiserkirina berfireh a kesên nêzîk bi rêjîma Îranê li Sûriyê de

11:59 - 28 Nîsan 2026

Hikûmeta Sûriyê di hefteyên dawî de, piştî lidarxistina kombûnên piştgiriyê ji bo Hizbullah û Hemasê, pêleke girtinan destpê kiriye.

​Li gorî nûçeya kanala Kan a Îsraîlî, ev kombûn wekî bertek li dijî pejirandina qanûna cezayê darvekirinê ji bo "terorîstan" li Îsraîlê hatine lidarxistin û di hin rewşan de gihîştine asta piştgiriya aşkera ji Hemasê re. Xala herî girîng ya van geşedanan dema ku xwepêşanderan êrîşî balyozxaneya Îmaratê li Şamê kiribû, ev kiryar bû sedema alozîyên demkî di navbera Şam û Ebûzebî yê de.

​Di dema ku rayedarên Sûriyê tenê nûçeya girtina du kesan bi tometa êrîşa li ser balyozxaneya Îmaratê ragihandine, çavkaniyeke ewlehiyê ya nêzîkî hikûmetê gotiye ku di pişt perdeyê de, çarçoveya girtinan pir berferehtir bûye û ew kesên ku di kombûnan de ala Hemasê hildabûn jî di nav de ne.

​Vê çavkaniya ewlehiyê tekez kiriye: "Alîgirên Hemasê, Hizbullahê û milîsên nêzîkî Îranê, ew kes in ku dixwazin me ber bi tunebûnê ve bikişînin."

​Hikûmeta Sûriyê li hemberî rola girûp û milîsên nêzîkî Îranê ji bo kişandina vî welatî ber bi rûbirûbûneke nexwestî ligel Îsraîlê, bi guman û bedbînî nêzîk dibe, lewra Sûriye dê bi micidî rê nade xulamokên Îranê ku aloziyan çê bikin.