Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dorpêç û êrîşên leşkerî, aboriya Îranê gihandine ber sînorê hilweşînê

12:41 - 28 Nîsan 2026

Ajansa nûçeyan a "Associated Press" di raporekê de ragîhand: êrîşên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê di nava zêdetirî pênc hefteyan de, bi hezaran yekeyên pîşesazî kirine armanc û bûne sedema rawestandin an kêmkirina berhemanîna di parên wekî pola, petrokîmya û pîşesaziyên bikarhîner de.

Zêdebûna berçav a bihayan jî guşara li ser hewcehiyên jiyana welatiyan zêdetir kiriye; bi şêweyekî ku bihayê mirîşkan heta %75 û goşt heta %68 zêde bûye û gelek hewcehiyên sereke kêm bûne.

Hevdem, dorpêça deryayî û sînordarkirina hinartina neftê ku beşekî giring ê dahata diravê biyanî ya Îranê pêk tîne, rewşa aboriya Îranê xirabtir kiriye.

Berpirsên navxweyî yên rejîmê behsa ji destdana herî kêm yek mîlyon derfetên kar kirine, di demekê de ku pispor hişyariyê didin ku egera wê heye ku heta nîvê hêza kar a Îranê rûbirûyê bêkariyê bibin.

Seqetbûna pîşesaziyên sereke, zincîreyek ji sistbûnê di sektorên cuda yên aborî de dirust kiriye.

Tevî van guşaran, Îran bi piştrastbûna bi pêgeha xwe ya di Tengava Hormozê de û şiyanên navxweyî, hewl dide di beramberî guşaran de berxwedanê bike û dema zêdetir bo guhartina rewşa siyasî û aborî bi dest bixe.