Stratejiya Mossadê de di bin serokatiya David Barnea de guherîneke mezin çêbûye.
Barnea eşkere kir ku Mossad êdî ne tenê rêxistineke veşartî ye, belku di dema şer de veguheriye saziyeke êrîşker û aktîf. Ew dibêje ku wan şêwazê karê xwe guherandiye da ku rasterast li hundirê axa dijmin operasyonan bikin.
Serokê Mossadê îdîa dike ku: Wan kariye bigihîjin nihêniyên herî hesas û stratejîk ên dijmin, û operasyonên wan bi awayekî serkeftî ketine hundirê sînorên Îran û Lubnanê.
Agahiyên ku bi dest xistine, di asta stratejîk û taktîkî de "bêhempa" ne.
Barnea sedemên van serkeftinan bi vî awayî rêz dike:
Avakirina beşên taybet ji bo operasyonên nûjen.
Bikaranîna amûrên sîber û teknolojîk ên nû.
Wî tekez kir ku "faktora mirovî" sîxurên li ser erdê hîn jî bingeha herî sereke ya karê wan e.
Wezîfeya Barnea di meha Hezîrana 2026an de bi dawî dibe, lewma ev daxuyanî wekî "rapora serkeftinê" ya dema wî tê dîtin.