Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Makron ji bo vekirina Tengava Hormozê givaşê dixe ser Îranê

15:50 - 28 Nîsan 2026

Emmanuel Makron, Serokkomarê Firansê ragihand ku ew ê di rojên pêş de bi Îranê re biaxive û ji bo vekirina Tengava Hormozê zextê bêxe ser Tehranê.

Navborî tekez kir ku hevalbendiyeke navdewletî bi armanca dabînkirina ewlehî û aramiyê di vê rêrewa girîng de hatiye avakirin û civaka navdewletî jî piştgiriya vekirina wê dike.

Li gorî rapora Times of Israel, Makron hêvî xwestiye ku di rojên bê de bikaribe aliyên peywendîdar razî bike da ku alozî û kêşeyan kêm bibin û hatinûçona asayî ya keştiyan vegere.

Tengava Hormozê yek ji girîngtirîn rêrewên veguhastina enerjiyê ye li cîhanê û her cure rawestanek tê de, dê bibe sedema encamên aborî yên berfireh.

Hevdem, Jean-Noël Barrot, Wezîrê Karên Derve yê Firansê di civîna Encumena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de tekez kir ku çareseriya bingehîn a krîzê tenê di rewşekê de tê kirin ku Îran îmtiyazên mezin bide û guhertinên bingehîn di helwestên xwe de çê bike. Navborî ev merc wekî pêşmercekî ji bo her cure rêkeftinekê bo bidawîanîna aloziyên niha diyar kir.