Donald Trump Serkomarê Amerîkayê rexne li helwesta dewleta Alman li hember rêjîma Îranê girt û got ku hekî rêjîma Îranê çeka navkî bidestve anîba dê cîhan bi barimte bigirtiba.
Roja Sêşemê, 28ê Gulanê, DonaldTrump li ser tora “X” nivîsand: “Serokê Alman Friedrich Mertz difikire ku ji bo Îranê baş e ku çekên navokî hebin”, lê hekî rêjîma Îranê çeka navkî bidestve anîba dê cîhan bi barimte bigirtiba
Herwisa Donald Trump li peyama xwe de gotiye: “Ez niha digel rêjîma Îranê reftarekê dikim ku diba welatên din an serokên din demek dirêj berî niha bikirina”.
Herwisa Donald Trump li vê peyama xwe de daye zanîn ku rêjîma Îranê, Amerîka agahdar kiriye ku ew di “rewşeke hilweşînê” de ye û daxwaza vekirina Tengava Hormozê kiriye.