Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Tiramp gevriya Hormozê guherî bo gevriya Tiramp

10:33 - 30 Nîsan 2026

Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka li pêngavek nû de li tora civakî a Trush Soshyalê de nexşeyek belav kir ku têde navê geviriya Hormozê bo gevriya Tiramp hatiye guhertin.

Tiramp berê jî di gutarekê de ev nav bikar anîbû û ragehandibû ku eva xelet nîne û gelek bi kêmî xeletiyê dike.

Ev pêngav di demekê de ye ku gevriya Hormozê wekî yek li zindîtirîn rêrevên veguhastina enerjiyê di cîhanê de, bandoreke yekalîker li ser hinartina neft û gaza welatên deverê heye.

Di rewşekê de ku şerê wê dawiyê bûye sedema zêdebûna nîgeraniyan hember bi ewlehiya keştîvanî û seqamgîriya dabînkirina enerjiyê, hinek ji şirokekaran ev karê tiramp wekî beşek li cehda bo bandora li ser raya giştî û pênasekirina rola Amerîka li hevkêşên jiyopolîtîkên deverê dinirxînin.

Eva jî di demekê de ye ku bazarên cîhanî ên enerjiyê niha jî hember bi guhertinên gevriya Hormozê hestiyarin û her cure nearamiyek dikare bibe sedema bilind û nizimbûna nirxa neftê.