Hêza asmanî ya Îsraîlê di êrîşên dijwar ên şeva borî de li ser Têhranê, çendîn bingehên stratejîk ên parastina asmanî û embarên mûşekan ên Komara Îslamî jinav birin.
Li gorî daxuyaniyeke artêşa Îsraîlê ku îro sibê şemiyê 15ê Xakelêweyê hatiye belavkirin, di pêleke nû ya êrîşên asmanî de, saziyên parastina asmanî yên rejîma Îranê li seranserî Têhranê hatine armancgirtin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku yek ji armancên sereke, bingeheke parastina asmanî ya ser bi Spaha Pasdaran bûye, ku mûşekên taybet bi lêdana firoke û armancên asmanî tê de hatibûn depokirin. Her wiha bingeheke din a leşkerî ku erkê parastina navendên lêkolîn û geşepêdana çek û cebilxaneyên Îranê li ser milê wê bû, ji aliyê firokeyên şer ve hatiye armancgirtin û teqandin.
Hevdem ligel van êrîşan, ew cihên ku mûşekên balîstîk lê dihatin ragirtin, ligel navendên berhemanîna, lêkolîn û geşepêdana sîstemên cihêreng ên çek û cebilxaneyan, ketine ber derbên firokeyên şer ên Îsraîlê.
Ev êrîş beşek in ji stratejiya lawazkirina şiyana leşkerî ya Komara Îslamî û jikarxistina wan jêrxanan ku rejim ji bo têkdana ewlehiya herêmê bi kar tîne.