Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp li ser dorpêça deryayî a Komara Îslamî micid e

10:36 - 30 Nîsan 2026

Serokomarê Amerîka hember bi dirêjedana dorpêça deryayî a Komara Îslamî ragehandiye, ku heya Komara Îslamî hember bi bernameya navkî ya xwe rêkeftinê neke, ev dorpêç wê berdewam bin.

Tiramp roja Çarşemî 9ê Banemerê li gotubêjekê de digel Aksiyosê behsa vê kir ku dorpêç, li bomberanan bi bandortir e.

Serokomarê Amerîka ragehand ku rewşa Îranê heya tê xiraptir dibe û tekezî kir ku Îranî nabe çeka etomî hebin.

Her di vê derheqê de, SENTKAM ê pêşniyarek bo encamdana pêleke êrîşên demkurt û bihêz dijî Îranê bi armanca şikandina binbestan li gotubêjekî de amade kirine.