Fermandehiya navendî a hêzên Amerîka komek bijardên nû yen serbazî bo êrîşkirina ser Tehranê pêşkeşî Serokomarê welatê xwe kir.
Malpera Aksiyos belav kir ku îro Pêncşemî 10ê Banemerê, SENTKOMê komek bijardên nû yen serbazî bo êrîşkirina ser Tehranê dixe pêşiya Donald Tiramp.
Li gorî wê raportê, Berd Kûpêr, fermandê SENTKOMê pilanek daniye ku pêleke demkurt û bihêz li êrîşên esmanî bo ser jêrxanên girîng li Îranê ji xwe digre.
Armanc ji vê pilanî neçarkirina Tehranê ye bo nîşandana nermî li dosyeya navkî de, herwisa li bijardeya kontirolkirina beşek li gevriya Hormozê jî li rêya hêzên bejayî kiriye bo parastina ewlehiya keştîvanî.
Ji aliyeke din ve, Tiramp dorpêça deryayî wekî emrazekî bi bandor da xûya û tekezî kir ku rê nade Îranê bibe xwediyê çeka navkî.