Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê rê neda ku berpirsên bilind ên Federasyona Futbola Îranê derbasî xaka wî welatî bibin

12:45 - 30 Nîsan 2026

Li gorî raporên herî dawî, polîsê sînorê Kanadayê rê neda ku berpirsên bilind ên Federasyona Futbolê ya Îranê derbasî xaka wî welatî bibin.

Mehdi Taj, serokê federasyonê, û Hedayat Membini, sekreterê giştî, bi armanca beşdarbûna di civîna salane ya FIFAyê de çûbûn bajarê Vancouverê, lê piştî sekinandineke dirêj li balafirgehê, bo Îranê hatin vegerandin.

Ev biryar di demekê de hat ku nêzî 45 rojan bo destpêkirina “Camê Cîhanî” ya 2026an re maye. Hat ragihandin ku her çend destûra wan a demkî ya rûniştinê hebû jî, polîsê Kanadayê ji ber sedemên ewlehiyê û pêşîniya pastar bûna Mehdi Taj di nava Spaha Pasdaran de, vîzeya wan red kiriye. Kanada ji sala 2024an ve Spaha Pasdaran xistiye di lîsteya "rêxistinên terorîst" de.

Ev bûyer di nava raya giştî û derdorên siyasî yên Kanadayê de bû sedema nîqaşên germ. Partiya Mihafezekar û îraniyên li Kanadayê li dijî hatina van berpirsan nerazîbûneke tund nîşan dabûn, lewra Ji ber vê yêkê, nûnerên Îranê nekarîn di civîna Konfederasyona Futbola Asyayê (AFC) û ya FIFAyê de amade û beşdar bibin.