Roja 28ê Nîsana 2026an, li yek ji holên parlemana Brîtanyayê panelek bi navê "Kurd di qada Îranê de" birêve çû. Ev panel bi serpereştiya Luke Akehurst, endamê parlemanê û berpirsê koma hemû parlemanteran bo Kurdistana Îranê, û bi beşdariya nûnerê hizbê li Brîtanyayê birêz Rizgar Alanî û çendîn lêkolîner û rayedarên siyasî hat lidarxistin.
Nûnerê hizbê di wê panelê de behsa xwepêşandan û nerazîbûnên du-sê dehikên dawî yên li Îranê bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî kir. Her wiha nûnerê hizbê di axaftina xwe de bal kişand ser şoreşa dawî ya gelên Îranê û careke din tekez kir ku guherîn di nav sîstema niha ya rejîma Îranê de hîç wateyekê nade, her tenê guherîna rejîmê li Îranê çareserî ye ku piraniya xelkê Îranê daxwaza guherîna rejîmê dikin.
Her wiha behseke giştî li ser hevxebat û hevpeymaniya hizbên Kurdistana Îranê di vê demê de û dengvedana wê hevpeymaniyê di nav civaka navdewletî de hate kirin.
Nûnerê hizbê herwisa behsa mûşekbarankirina kampên sivîl ên hizbên Rojhilat li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêjîmê ve kir. Nûnerê hizbê daxwaz ji Brîtanyayê kir ku Spaha Pasdaran bixe nav lîsteya rêxistinên terorîst.
