Dîwana bilind a rêjîma Îranê li piroseyek bilez de, sizayê bidarvekirina Nasir Bekirzade, girtiyê siyasî ê Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê, bo cara sêyem piştrast kir, navbirî piştî ragehandina hukmê wî keftiye ber lêdan û bê rêzîkirinê.
Li gorî raporta rêkxirava Mafê Mirov a Hengawê, roja Şemî 5ê Banemera 1405an, Nasir Bekirzade bo nivîsîngeha cîbicîkirina siza yên girtîgeha navendî a Urmiyê hatiye gazîkirin û sizaya dawî a bidarvekirinê pê re hatiye ragehandin, Nasir berê ji aliyê taya 2 a dadgeha Înqilab a Urmiyê ve bi tometa, sîxûrî bo Îsraîlê, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.
Çavkaniyên agehdar li girtîgehê de ragehandine, ku li dema ragehandina hukmê Nasir Bekirzade, berpirsê cîbicîkirina sizayên girtîgeha Urmiyê, gefa cîbicîkirina bilez a sizaya bidarvekirina Nasir Bekirzade kiriye, piştî nerizatiya Nasir hember bi wan gefan, wî berpirsî bêrêzî bi wî girtiyê Kurt hatiye kirin û keftiye ber lêdan û kutanê.
Nasir Bekirzade, temen 26 sal xelkê bajarê Urmiyê yekem car li 18ê Gelawêja 1402an hatibû girtin û piştî heyamekê hatibû serbest kirin, navbirî dîsan li 12ê Befranbara 1402an ji aliyê Îtlaata sipahê ve hate girtn li girtîgeha Elmehdî li jêr givaş û eşkenceyan de bo wergirtina îtirafa bi zorê, herwisa navbirî li tev heyama lêpirsînê de li mafê hebûna parêzer û hevdîtin bi malbatê re hatibû bê par kirin.