Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê li Parlamentoya Swêdê

15:51 - 30 Nîsan 2026

Roja 29’ê Nîsana 2026’an, şandeya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê li Swêdê bi nûnerên "Tora Kurdî di Parlamentoyê de" civîneke girîng pêk anî. Di civînê de parlamenterên partiyên Sosyal Demokrat û Lîberal amade bûn.

Şandeya Kurdî bal kişand ser projeya xwe ya siyasî ku li ser bingehê piralîxwazî, û mafê çarenivîsê hatiye avakirin. Her wiha hişyarî hat dayîn ku Komara Îslamî ya Îranê bêdengiya navneteweyî bi kar tîne û êrişên xwe yên bi mûşek û dironan li ser binkeyên hêzên Kurdî û deverên sivîl li Herêma Kurdistanê zêde kiriye. Ev rewş wek "paradokseke metirsîdar" hat binavkirin.

Di beşeke din a civînê de, raportek li ser binpêkirinên mafên mirovan, zêdebûna darvekirinan û qut kirina Întirnêtê li Îranê de hat pêşkêşkirin. Şandeyê bi fermî daxwaz ji parlamenterên Swêdê kir ku ji bo parastina asmanê herêmê û rawestandina terora dewletî ya Îranê bikevin tevgerê. Parlamenterên Swêdî jî soz dan ku van daxwazan bigihînin Wezareta Derve û komîsyonên peywendîdar.