Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 515 a Agirî de, ev mijar hene:
Li rûpela ewilî de, Manşêt- Li jê nave “Di nava mehekê de 88 caran bi mûşek û dronan êrîşî ser Hizba Demokrat hat kirin” dikeve ber çavan, herwisa Daxuyaniya Hizba
Dêmokrat li derheq Sêdaredana 2 Girtiyên Siyasî jî li sitûnekê de hatiye weşandin.
Rûpela 2 – Deqa Peyama Hizba Dêmokrat bi helkefta 79 saliya sêdarêdana Pêşewa Qazî Mihemed, herwisa daxûyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê li jêr navê “Êrîşên dujminkaraneyên rêjîma Îranê bo ser bargehên Pêşmerge, binpêkirina serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye, li aliyê jêrîn a rûpela 2 yê de hatiye weşandin.
Rûpela 3 de Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê Bi helkefta 10ê Xakelêweyê, Roja Şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed, herwisa daxûyaniyekî din a vê hevpeymaniyê li jêr nave “Êrişkirina ser mala Serokê Herêma Kurdistanê, geşepêdana bêîstîkrariya ewlehiyê ye li Herêma Kurdistanê” hatine weşandin.
Rûpela 4 – Gotara Çima Komara Îslamî hîn jî maye (Serhildana giştî an dagirkirina leşkerî?, ji nivîsa Kawe Ahengerî û wergêrana Hesen Mukerem.
Rûpelêm 5 – Gotara - Çima û çawa em yekîtiya xwe wekî gilêlka çavê xwe biparêzin?, ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpela 6 – Gotara – Ramanên Pêşewa Qazî Mihemed, Manîfesta Rizgariya Neteweyî, ji nivîsa Serbest Urmiye.
Rûpela 7 ê de gotara - Êrîşa li ser Bêaliyekî: Îsraîl êrîşî Îranê dike, Îran Herêma Kurdistanê dike armanc, ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.
Rûpela 8 a hejmara 515 a Agirî ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade hevpeywînek digel Rojnamevan Maksîm Alîsa, li ser berdewamiya şerê Amerîka û Îsraîlê digel rejîma Îranê û derencamên vî şerî pêk aniye.
Rûpela 9 - Gotara - Partiyên Siyasî yên Kurdistanê, Ezmûnek Berbiçav di têkoşîna ji
bo Avakirina Demokrasiyê de, ji nivîsa Mojgan Elîpûr û wergêrana Hesen Mukerem.
Rûpela 10 – Gotara- Beşdarkirina Zarokan di operasyonên Ewlekariyê de, û bandora
Derûnî, Civakî, ji nivîsa Sefiye Xalidî.
Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.
Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 515 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Ne bi xêr hat û ne jî dê bi xêr here”, ku temsîla jibîr nekirina girtiyên li reşçalên rêjîmê dike, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.
Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.