Di pêngaveke nû de ji bo tundkirina dorpêçên navdewletî li ser rejîma Îranê, dewleta Arjentînê bi fermî Spaha Pasdaran wekî rêxistineke terorîstî nas kir.
Roja sêşemê 11ê Xakelêweyê, Arjantînê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev biryar ji ber rol û bandora têkderane ya Spaha Pasdaran û piştgirîkirina wê ji komên terorîstî yên mîna Hizbullaha Libnanê hatiye girtin.
Arjantîn, rejîma Îranê û Spaha Pasdaran wekî darêjerê pilana sereke yên teqîna terorîstî ya sala 1994an a navenda "AMIA" li Boynês Airesê dibîne, ku tê de 85 kes bûn qurbanî.
Ev biryara nû ya Arjantînê, rejîma Têhranê di asta navdewletî de zêdetir ber bi îzolebûnê ve dibe û dibe sedema tundtirbûna dorpêçên siyasî li ser Komara Îslamî, ku nîşaneyek e ji bo hevahengiya zêdetir a Arjantînê bi siyaseta Waşingtonê yên li dijî Têhranê re.
Di warê pratîkî de jî, ev pêngav rê xweş dike ji bo sepandina cezayên darayî yên giran û blokekirina hemû mal û milk û bingehên aborî yên ser bi Spaha Pasdaran û saziyên wê li wî welatî.
Beriya niha jî Amerîka û çendîn welatên din ên Ewropî, Spaha Pasdaran wekî hêzeke terorîstî û têkder di herêmê û cîhanê de nas kiribûn. Ev biryara Arjantînê rûpeleke din di dîroka reş a destwerdanên terorîstî yên Komara Îslamî de li derveyî sînoran vedike.