Li demjimêr 10:30 şeva Şemî 4ê Nîsanê, paşmaweyên rêjîma Îranê careke din bi diron û mûşekan êrîş kirine ser kempên medenî yên cihê niştecîbûna malbatên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li nêzî bajarê Koyê.
Li demjimêr 7ê êwara roja Şemiyê, 2 dironên din jî avêtibûne wan kempan.
Li destpêka şerê rêjîmê digel Amerîka û Îsraîlê, zêdetir ji 90 mûşek û diron bo ser kempên medenî yên niştecîbûna malbatên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê hatine avêtin.