Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şev û roja borî de, 120 armanc di nav axa Îranê de jinav birine, di nav wan de sîstemên parastina asmanî, saziyên mûşekên balîstîk û navendên ragirtin û avêtina dronan hene ku ji aliyê hêza asmanî ya wî welatî ve hatine hedefgirtin.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, ev êrîş li herêmên rojava û navenda Îranê hatine kirin û armanc jê "nîşandana serdestiya asmanî û kêmkirina gefên rasterast li ser balafirên hêza asmanî yên Îsraîlê" bûye.
Artêşa Îsraîlê tekez kiriye ku ev operasyon dê bê rawestan berdewam bike û ew sîstemên parastinê yên ku hatine têkbirin, gefeke cidî bûn li ser balafirên leşkerî yên Îsraîlê.
Îsraîlê her wiha ragihandiye ku ew armancên êrîş li ser wan hatiye kirin, ji saytên ser bi yekeya mûşekên balîstîk ên Spaha Pasdaran, navendên embar û cihê avêtina dronan û sîstemên parastina asmanî pêk tên.
Artêşa Îsraîlê di dawiyê de ragihandiye ku ji navbirina van amûran, şiyana hêza asmanî ya Îsraîlê ji bo kontrolkirina asmanê Îranê diparêze û bihêztir dike.