Di berdewamiya pêla darvekirinên vê dawiyê de ku bi armanca serkutkirina xwepêşander û dijberan tê kirin, dezgeha binav dadwerî ya Komara Îslamî, sibêdeha roja yekşemê nûçeya darvekirina 2 girtiyên din ragihand.
Li gorî rapora nûçegihaniya "Mîzan" a ser bi dezgeha dadweriya rejîmê, Mihemed Emîn Bêglerî û Şahîn Wahîdperest ku ji girtiyên xwepêşandanên meha Befranbarê bûn, piştî pejirandina sizayê bidarvekirinê bi ser wan de, di Dîwana Bilind a rejîmê de, hatin darvekirin.
Ev di demekê de ye ku di nava rojên borî de çendîn sizayên darvekirinê di dosyayên têkildarî Mucahîdên Xelq û xwepêşandanan de hatine cîbicîkirin, ji wan jî Emîrhuseyn Hatemî, nûciwanê 18 salî, bi heman tohmetê hat darvekirin.
Çalakvanên mafên mirovan dibêjin ku dubarebûna bilez a pêla bidarvekirinan li Îranê de, ew jî di dosyayên ku tohmetên ewlekarî yên nezelal û pêvajoyeke dadwerî ya nediyar de ne, nîşaneya bikaranîna bi mebest a sêdaredanê ye ji bo çêkirina tirs û xofê di nava raya giştî de.
Hevdem, rapor behsa metirsiya darvekirina Ebulfezl Salihî Siyaveşanî û Elî Fehîm dikin.
Komara Îslamî bi zêdekirina darvekirinan di wan rojên dawî de, bi kiryar hawara xwe biriye ber rêya tepeseriyê jinavbirina fîzîkî ya xwepêşanderan û neraziyan.