Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îran di êrişên xwe de çekên Korêya Bakur bi kar tîne

15:36 - 5 Nîsan 2026

​Pisporên ewlehî û leşkerî radigihînin ku beşeke berçav ji cebexaneyên mûşekî yên Komara Îslamiya Îranê, çavkaniya wan vedigere bo Korêya Bakur û di êrişên van demên dawî de hatine bikaranîn.

​Li gorî raporeke kanala "Fox News", “Bruce Bechtol” ku pisporekî warê ewlehiyê û mamosteyê zanistên siyasî li zanîngeha "Angelo" ya Teksasê ye, ragihandiye: "Korêya Bakur firoşyar e û Îran kiryar e; beşeke mezin ji mûşekên balîstîk ên Îranê yan rasterast ji Korêya Bakur hatine kirîn, yan jî li ser bingeha teknolojiya wî welatî hatine pêşxistin."

​Ev pisporê ku pirtûkek li ser hevbeşiya stratejîk a navbera Tehran û Pyongyangê nivîsandiye, amaje bi wê yekê kiriye ku ew mûşekên arasteyî girava "Diego Garcia" hatine kirin, ji cureyê "Musudan" bûne. Îranê ji sala 2005an ve 19 heb ji van mûşekan ji Korêya Bakur wergirtine û xwediyê wê şiyanê ye.

​Navendên ewlehiyê hişyariyê didin ku geşepêdana hevkariya mûşekî ya navbera Tehran û Pyongyangê, di demekê de ku alozî li Rojhilata Navîn di asta herî bilind de ne, dibe sedema têkçûna zêdetir a ewlehiya herêmê û cîhanê.